FLAŞ - Yekemîn lihevkirin di navbera Sûriyê û Kurdistanê de

09-05-2017
RÛDAW
Ala Kurdistanê û Sûriyê
Ala Kurdistanê û Sûriyê
Nîşan Kurdistan Hewlêr Silêmanî Sûriye Şam Geştên esmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di navbera Başûrê Kurdistanê û Sûriyê de xeta esmanî hat vekirin û dê sibe çarşembiyê yekemîn geşta esmanî di navbera her du welatan de dest pê bike.

 

Piştî ku ji ber şerê DAIŞê geştên esmanî yên navbera Başûrê Kurdistanê û Sûriyê hatibûn rawestandin, biryar e cardin geştên firokeyan di navbera her du aliyan de dest pê bike.

 

Li gorî zanyariyan, biryar e sibe çarşembiyê 10ê Gulanê piştî derbasbûna zêdetir ji 2 salan, yekemîn geşta esmanî ya di navbera Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de were encamdan.

 

Geştên navbera Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dê bi şêweyê heftane dibin û heftane di navbera Hewlêr-Şamê de 2 geşt û di navbera Silêmanî-Şamê de jî geştek were kirin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, biryar e ji bo destpêkirina geştên esmanî yên navbera her du welatan, yekemîn firoke ji Firokexaneya Navdewletiya Şamê rabe û li Firokexaneya Navdewletiya Silêmaniyê rûne.

 

Rêvebera Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê, Telar Fayiq jî derbarê destpêkirina geştên esmanî yên navbera Hewlêr û Şamê de ji Rûdawê re ragihand, ku “geştên vê carê ciyawaz in û ji bo geştên asayî û veguhastina rêwiyan dibin, û ne ji bo kargoyê ne.”

 

Telar Fayiq herwiha got, ku du geşt dê di navbera Hewlêr û Şamê de vebin, ku dê di rojên duşembî û pêncşembiyê de bin.

 

Li gorî zanyariyan, nirxê bilêtên geştên navbera Kurdistanê û Sûriyê jî kêmtir bûye. Pêştir nirxê bilêtên geştên hatin û çûnê nêzîkî 400 dolarî bû, lê belê niha ji bo 265 dolarî hatiye kêmkirin.

 

Tê çaverêkirin, bi destpêkirina geştên navbera Başûrê Kurdistanê û Sûriyê, hejmara geştyarên ku serdana Kurdistanê bikin, zêdetir bibe. Herwiha dibe ku geştyarên sûrî, Herêma Kurdistanê weke navendeke tranzîtê û serdana bo welatên din bibînin.

 

Li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 23 hêlên esmanî hene, ku 8 ji wan hêlên welatên erebî ne, herwiha çend hêlên her du welatên Tirkiyê û Îranê û welatên Ewropayê li Kurdistanê çalak in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst