DAIŞê gellek şûnwarên gundewarên Hesekê diziye

Heseke (Rûdaw) – DAIŞê li gundê Til erban, yê ser bi gundewarên Hesekê ve diziya gelek şûnewaran kiriye.

Şer û pevçûn ne bi tenê zererê dighîne mirovan, lê heta deverên şûnwarî jî behra xwe ji zerer û wêrankariyê standiye.

Li gundewarê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, gelek deverên şûnwarî hene, ku vedgerin dîrokeke pir dûr û kûr, ew şûnwarên han, bi dîroka xwe dûr bûn. Lê ne dûrî destê rêxistina DAIŞê bûn û bi bihaneya ku peyker di Islamê de guneh in û şirkê çêdikin, wê girûpê gellek peyker û şûnwar têkbirin û hinek din jê dane ber firotinê.

Şûnwarên Tel Erban yan jî, tiştê ji wan şûnwaran maye, bûne şahidhale li ser kiryarên DAIŞê, û çawa ew kom bizava têkdana dîroka navçeyê dike.

Welatiyekî Tel Erban dibêje: “Çekdarên DAIŞê hatin û bi baldozeran, dest bi kolana wî girê han kirin, hestiyên miryan derketin. Ew hestî jî li wê dera han komkirin, ti rêz li wan miriyan û hestiyên wan negirtin. Em nizanên çi ji nava gir derxistin, gelo zêr bûn yan jî şûnwar bûn.”

Şûna dizî, têkbirin û kolandinê hîna diyar e, û ne bi tenê Tel Erban ketibû ber xezeba DAIŞê de, lê deverên şûnwarî li parêzgehên Reqa, Dêrazorê û Mûsilê jî ketbûn ber xezeba DAIŞê, û dizî li wan deveran jî çêbûn.

Berpirsekî Tel Erban jî dibêje: “Di çend girtiyên vîdyoyî de, dihat diyarkirin ku DAIŞê peykerên dîrokî têkdibirin, lê rastî ew bû, ku çi peykerên mezin, yên ku DAIŞê nikarîbû veguhêze welatên ewrupa û bifroşe, dest bi şikanidna wan dikir. Em zanin ku riyên qaçaxkirina şûnwaran ji sûryê destpêdike , û di Tirkiyê re derbasî Qibrisê dibe, heya dighê bazarên reş li Ewropayê.”

Wek tê diyarkirin şerê DAIŞê li dijî Kurdan ne bi tenê şerekî serbazî bû, lê şerekî ser dîroka Kurd û Kurdistanê jî bû û heya niha, ne diyar e heya çi radeyê Kurd dikarin beramberî vê komê parastina dîrok û şûnwarên xwe bikin.