Hewlêr (Rûdaw) - Îro bîranîna 25emîn salvegera koçkirina helbestvan û zimanzanê Kurd Mele Ehmedê Palo ye.
Mele Ehmedê Palo di sala 1920an de ji dayîk bûbû û di 1991ê de wefat kiribû.
Melayê Palo jiyaneke dijwar û zehmet derbas kiribû, lê wî her li ber xwe da û heta dawiya jiyana xwe berhemên balkêş û dîwanên hêja li pirtûkxaneya kurdî zêde kirin.
Heta niha tenê du berhemên wî çap û belav bûne û hîn gelek berhemên wî li benda çapê ne. Palo di helbestên xwe de behsa êş û dijwariyên jiyana xwe û gel û welatê xwe dike û hezkirina xwe ji warê bav û kalan re tîne zimên.
Mele Ehmedê Palo deryayek bêbinî û bêperav bû. Torevanekî bêdawî ye. Peyvên wî sosret in, zimanê wî resen û rewan e, muzîka helbestên wî mirov sermest dike û mirov bi rewanbêjî û sihrbaziya xwe sergerdan dike. Di dema xwendinê de, helkehelk bi dev û qirika mirov dikeve. Lewma eger em bêjin Palo çiraxaneke hertim pêketî ye, yan çiyayek ji çiyayên Kurdistanê ye, em kêm dibêjin zêde nabêjin!
Mele Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Sêraçûr yê girêdayî Palo li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Hîn zarokekî 3 salî bû, sêwî ma û jiyaneke pir zehmet û tije kul û keser û derdên jiyanê derbas kir. Piştre Palo demekê li gundê Weysîkê şivantî kir û berê xwe da Binxetê, li gundê Xeznayê ma û hate Amûdê û dûre li bajarê Qmişlo bicih bû. Palo bi erebî, farsî û tirkî, herwiha bi zaravayên kurdî yên sereke jî zanîbû. Palo di 9ê Gulana 1991ê de, koça dawî kir û li goristana Mehmeqeya li Qamişlo hate veşartin.
Lê Seydayê Palo hertim di nav agirê bêrîkirina cih û warê bav û kalên xwe de disincirî û di helbesta li jêr navê "Dîtina Palo Daxwaza Min e" dibêje: Cih û warê minî Palo. Ji bona min tu hêlînî. Bi vî rengî nedî halo. Ji bo çavê mi dûr bînî. Tu daxwaza dil û canî. Dikim nakim te nabînim. Divoka canê heyranî. Gul û reyhan û nesrînî. Di qeyda dijminê bedkar. Nedî xweşî vejîndarî. Di benda xayin û bêzar. Demek sor û reş û şînî. Di çola bend û evdalî. Perîşanî belengazî. Di tola şûr û mertalî. Qe carek xweşî nabînî. Di gola dijmin û canî. Di hepsa agir û kînî. Cih û warê birîndarî. Tenê bê rûmet û jînî.
Seydayê Palo gelek berhemên giranbuha afirandin, lê heyf û mixabin ku heta niha tenê du berhemên wî yên çapkirî hene bi navê: Dewr û Gera Kurdistanê û Rêzimana Kurdî. Ji berhemên neçapkirî yên Palo jî, pirtûka Pendên Etar ku Palo ew ji farsî wergerandibû kurdî, Ferhengeke kurdî-tirkî, Dastaneke bi navê Civîna Nemiran ku ji 10 hezar malikan pêk tê û çend berhemên din.
Niha xelatek jî bi navê Xelata Mele Ehmedê Palo ji bo Afirandinê ji hêla Hevbenda Rojnamevanan her sal tê dayîn û ev xelat heta niha gihîştiye Kasî, Hadî Behlewî, Salihê Heydo, Narîn Omer û Xelîl Sasonî.
Di Civîna Nemiran de, Palo wiha êş û kulên xwe diherikîne: Wek xewnê tê bîra min. Ji gunda em çûne der. Rengê polad û hesin. Ketin lat û der û ber. Di nav baran û berfê. Tevde li ser çiya bûn. Arê dijmin çawa tê. Li ber dest û piya bûn. Agir berdabû gundan. Mêr û jin tev dikuştin. Mar û zihak û kundan. Qîz û kur sêwî hiştin. Berê xwe dabû çolê. Pî xwas û pî qelaştî. Pelê daran ez dixum. Ling û destim biraştî. Li ber sermayê mixum. Nikarim tev bibêjim. Hewqa derd û kul û jan. Divê pirsek birêjim. Carek li ber pî û dest. Carek li çol û derva. Carek nexweş û sermest. Di ber baran û berfa.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse