Siûd Mela bo Rûdawê: Asayişa PYDê nehişt ez vegerim Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela îro xwest di rêya deriyê Dirbêsiyê re vegere Rojavayê Kurdistanê lê li aliyê Rojavayê Kurdistanê ve rê lê hat girtin û nehiştin vegere.

Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “îro wî û 2 kesên din dixwestin di rêya Dirbêsiyê re vegerin Rojavayê Kurdistanê, lê asayişa PYDê nehişt”.

Siûd Mela herwiha got “Min berî niha ji malbata xwe re gotibû ku ezê vegerime Rojava, ji ber vê yekê dewriyeke asayişa PYDê hatibûn ser sînor û nehiştin ez derbas bibim”.

Sekreterê PDK-Sê aşkere kir ku hêzên asayişa PYDê li ser sînor jê re gotine ku “fermana girtina te li Rojavayê Kurdistanê derketiye û eger tu derbas jî bibe tê were girtin an jî nefîkirin”.

Siûd Mela tekez kir ku “bi her şêwazî be ew dê her vegere Rojavayê Kurdistanê û ew ji vê biryara xwe paşde venagere”.

 

Roja 3ê Nîsana îsal, kongreya Yekîtiya Siyasî ya Kurd, ku ji Partiya Demokara kurd li Sûriyê (el-Partî), her du baskên partiya Azadî û Partiya Yekîtî ya Kurdistanê pêk dihat, li bajarê Hewlêrê hatibû encamdan û bi damezrandina Partiya Demokarata Kurdistanê-Sûriyê û hilbijartina Komîteyeke Navendî, ku ji 51 kesî pêk tê, bidawî hatibû.

Herwiha Siûd Mela bi piraniya dengên komîteya navendî ya PDK-S, bû sekreterê gitşî yê wê partiya nû.

Ji wê demê de Mela li Herêma Kurdistanê bû û dema xwest vegere Rojavayê Kurdistanê, berê xwe da Tikriyê da di xala sinorî ya Dirbêsiyê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê vegere mala xwe lê asayişa PYD mehiştin ku ew derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.