Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Cejna Remezanê peymek belav kir û got “Werin em hemû bi hev re ji bo berjewendiya gel û welatê xwe bixebitin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Remezanê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:
“Ez cejna Remezanê bi germî li hemû misilmanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê û bi taybetî li malbat û xizmên serbilind ên şehîdan pîroz dikim.
Ji her kesî re cejneke tijî aştî, aramî û bextewarî dixwazim.
Ez hêvî dikim ku hûn cejneke xweş derbas bikin.”
Di beşeke din a peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî wiha got:
"Bila ev cejn û wateya wê, armanc û peyamên lihevkirin, lêborîn, nêzîkbûn, aştî, xêr û hevgirtinê be.
Bila ji bo her kesî bibe derfetek ji bo nûkirina têkilî, lêborîn û bihevrebûnê û ji bo em hemû bi hev re ji bo qenciya gel û welatê xwe bixebitin.
Cejna Remezanê li we hemûyan pîroz be, ji we re jiyan û paşerojeke baştir dixwazim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse