Li Amedê qeza: 3 mirî, 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê otomobîl û mînîbus li hev qelibîn, 3 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera Amed û navçeya wê Gêlê de otomobîlek û mînîbusek li hev qelibîn.

Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 ji wan giran 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê piştî midaxaleya ewil birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Herwiha tîmên parastina sivîlan jî cenazeyên ku di otomobîlê de asê mabûn derxistin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyên ku ji otomobîlê hatin derxistin birin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê.