Amed - Piştî qeyûman peyama ewil a bi Kurdî

09-04-2024
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Kurdî Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rêya hesabê xwe yê Xê peyameke bi Kurdî belav kir.

Hikûmetê salên 2014 û 2019an qeyûm danîbû ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Ji wê demê ve di hesabên fermî yên şaredariyan de peyamên bi Kurdî nedihatin belavkirin.

Herwiha dema qeyûman gelek saziyên ku dersên bi Kurdî didan û li ser çanda Kurdan dixebitin jî hatin girtin.

DEM Partiyê di hilbijartinên 31ê Adarê de careke din Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê stand.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun doh mazbataya xwe stand û wan dest bi karê xwe kir.

“Li gelê me û bajarê me pîroz be”

Îro jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rêya hesabê xwe yê Xê peyameke bi Kurdî belav kir.

Di peyamê de wiha hat gotin:

“Hevşaredarên me Serra Bucak û Dogan Hatun dest bi xizmeta gelê xwe kir.

Li gelê me û bajarê me pîroz be!

Serkeftin ji me hemûyan re.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst