Li herêma Zap-Avaşînê leşkerek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gerîlayên PKKyê li herêma Zap-Avaşînê li hemberî leşkerên wan çalakiyek li dar xistiye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku di çalakiya gerîlayan a îro de, leşkerê wan ê bi navê Hikmet Aslan birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hikmet Aslan li nexweşxaneya dihat dermankirin lê mir.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştina leşkerê xwe ti agahiyên din nedan.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.