Şirnex: Ji 38 kesên desteserkirî 3 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

09-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Desteserkirin Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê 38 kes bi hinceta PKKyê hatibûn desteserkirin, 3 kes ji wan hatin girtin.

Parêzgariya Şirnexê li ser mijarê îro daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê li Şirnexê û navçeyên wê di hefteya dawî de bi hinceta PKK û KCKyê çend operasyon pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê di wan operasyonan de 38 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariyê da zanîn ku 38 kesên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê birine dadgehê û 3 kes bi biryara dadgehê hatine girtin.

Herwiha hat ragihandin ku derbarê 21 kesan de biryara qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn û ew hatine berdan.

Li aliyê din 12 kes jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.

Karûbarên yasayî yên derbarê 2 kesên din de jî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst