Li Dîlokê pevçûna çekdarî: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îslahiyeyê ya Dîlokê, du kom bi çekan pev çûn û di encamê de 2 kes bi tivinga bipompe birîndar bûn.

Li Taxa Akinyoluyê di navbera du komên dijmin de pevçûna çekdarî derket.

Di pevçûnê de F.A.yê 20 salî bi tivinga bipompe gule berda M.Ş.yê 30 salî.

Ji ber ku tivinga F.A. di destê wî de teqiya ew bixwe jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îslahiyeyê.