Li Riha û Dîlokê qeza: 2 mirî, 8 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dîlok û Rihayê di du qezayên trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Bi hatina Cejna Remezanê re qezayên trafîkê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde bûne.

Rojane ew kesên ku dixwazin cejnê li cem malbatên xwe derbas bikin di wan bûyeran de dibin qurbanî.

Li navçeya Komirliyê (Nurdax) ya Dîlokê di qezayeke trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan li ser rêya sereke ya Dîlokê û navçeya wê ya Komirliyê otomobîla ku welatiyê bi navê Okkeş Kirik diajot û kamoyeneta ku welatiyê bi nave Ş.Y diajot li hev qelibîn.

Otomobîl bû du qet

Di qezayê de otomobîl parçe parçe bû û şofêrê otomobîlê Okkeş Kirikê 53 salî û Zeynep Kirika 50 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Herwiha şofêrê kamyonetê Ş.Y. û welatiyên bi navên Okkeş Abuş, Nesrîn Abuş, Îkra Abuş û Oguzhan Abuş ku di kamyonetê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Komirliyê.

Li Rihayê du otomobîl li hev qelibîn: 3 birîndar

Li aliyê din li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê du otomobîl li hev qelibîn, di encamê de 2 ji wan giran 3 kes bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.