Li Amedê 3 malbat di avahiyeke 7 qatî ya xwar de dijîn

09-04-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê 3 malbat di avahiyeke 7 qatî ya xwar de dijîn
Li Amedê 3 malbat di avahiyeke 7 qatî ya xwar de dijîn
Nîşan Amed Erdhej
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejê 4 hezar û 612 xanî xisarên giran dîtine. Li gorî rapora Odeya Mîmaran a Amedê 3 hezar û 428 xanî xisara navîn û 45 hezar û 246 xanî jî xisara kêm girtine. Li Amedê 129 hezar û 918 xanî jî bê xisar in. Avahiyeke 7 qatî ya li navçeya Rezan a Amedê ji ber erdhejê xwar bûye. Lê digel vê yekê jî hîn jî 3 malbat tê de dimînin.

Ji ber ku qeweta malbatan nagihije xaniyekî nû kirê bikin, ew bi neçarî di vê avahiyê de dijîn. Ji tirsa erdhejê û xisara xanî xewên şevan li wan herimiye.

Welatî Hesret Bîlgen tirsa anî ziman, “Heta êvarê gurpe gurpa dilê me ye. Em pir ditirsin. Zarokên me heta serê sibehê nikarin razên. Em nizanin çi bikin. Cihekî ku em biçinê jî tune ye. Ka erdhejeke din çêbe em ê çi bikin?”

Welatî Evdilbihar Bîlgen anî ziman, “Avahiya me çûye. Em nikarin razên. Bi şev gelek zor e. Em heta serê sibehê nikarin bi zarokan re razên.”

Em berê xwe didin kîjan aliyî pencereyên ku ji avahiyan rakirine, daîreyên bê perde û xaniyên ji tirsa erdhejê hatine valakirin dibînin. Kes nizane ka çarenûsa wan û xaniyên wan dê çi be.

Welatî Mihyedîn Bal got, “Mesela ev xanî bi xisar e. Du sê mal ji ber ku derfetên wan tune ye tê de dijîn.”

Welatî Salih Dergîn behsa rewşa herêma erdhejê kir û got, “Ma malneket cihekî weke taxa Huzurevlerî kes tê de nemane. Li kîjan avahiyê dinêrî valahî hene.”

Welatî Şaban Çewîk anî ziman, “Ji xwe yên derfetên wan tune ne nikarin bi cihekî de herin.”

Welatî  Hatîce Sagdiç got, “Beriya çend rojan li Kayapinarê avahiyeke 7 qatî hate xwarê. Niha erdhejeke biçûk jî çêbe ev avahî dê hemû xira bibin. Ka em çi bikin?”

Li gorî Rêveberên Odeya Mîmaran li Amedê nêzî 5 hezar xaniyên ku xisara giran dîtine hene. Dema xaniyên xisara navîn û kêmxisar jî bihesibînin hejmar qat bi qat zêdetir dibe.

Hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Ferîd Kahraman anî ziman, “Bi tu awayî divê kes di van avahiyan de nemînin. Rayedar jî divê van malbatan li cihekî bi ewle bi cih û war bikin û kes li derve û li xaniyên bi xisar nemînin.”

Pirsgirêka peydanekirina cih û warek bi ewle ne tenê li Amedê, li 10 bajarên ku erdhejê lêxistiye jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst