Parêzgarê Silêmaniyê: Heger firokexane neyê vekirin divê em bi ker û bar biçine Amedê

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan Zêrînger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Kooperatîfa Zêrînger û Serrafên Amedê serdana Hewlêrê û Silêmaniyê kirin û zêrîngerên Herêma Kurdistanê vexwendine pêşangeheke ku dê di 5ê Gulanê de dest pê bike kirin. Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir piştî civîna bi kooperatîfê re got, "Heger firokexane neyê vekirin divê em bi ker û bar biçine vê pêşangehê."

Pêşangeha Mezopotamyayê ya Zêrîngerî, Makîneyên Zêran û Franchise dê di navbera 5-7ê Gulana 2023an de li Amed a Bakurê Kurdistanê birêve biçe.

Şandeke Kooperatîfa Zêrînger û Serrafên Amedê ya bi serpereştiya serokê kooperatîfê Mehmet Yuksel îro Yekşemê 9ê Nîsana 2023an serdana Hewlêrê û Silêmaniyê kirin û zêrîngerên Herêma Kurdistanê vexwendine Pêşangeha Mezopotamyayê ya Zêrîngerî, Makîneyên Zêran û Franchise.

Serokê Kooperatîfa Zêrînger û Serrafên Amedê Mehmet Yuksel di serdana xwe ya Silêmaniyê de piştî civîna bi Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir re bi hev re daxuyaniyek dane çapemeniyê.

Serokê Kooperatîfa Zêrînger û Serrafên Amedê Mehmet Yuksel, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî vexwende pêşangehê û got, “Em dixwazin ku ticareta me, bi taybetî di warê zêrîngeriyê de em yên vir û Amedê bînine kêleka hev, bidine naskirin armanc û niyeta me ev e. Em miletê hev in, bi hev re ticaretê mezintir bikin.”

Mehmet Yuksel anî ziman, “Em ê di 5-7ê Gulanê de pêşangeha xwe çê bikin, çiqas zêrîngerên Kurdistanê hene em hemûyan dawet dikin û em dixwazin ev bi berdewamî hebe.”

“Heger firokexane neyê vekirin divê em bi ker û bar biçin”

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî spasiya Mehmet Yuksel kir û got, “Em hêvîdar in hûn hewl bidin Tirkiye ya cîranê me Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê veke ku hûn bi xwe niha li Silêmaniyê ne û aram e, firokexaneya wê aram e. Heger firokexane neyê vekirin divê em bi ker û bar biçine vê pêşangehê.”

Berdevkê Sendîkaya Zêrîngerên Hewlêrê Hendirîn Wertî yê bi şanda Kooperatîfa Zêrînger û Serrafên Amedê re çûbû Silêmaniyê jî axivî û anî ziman, “Hêvî dikim pirsgirêka firokexaneyê hal bibe lê ne bi ker û baran Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê her ê diktor e û yê xelkê Silêmaniyê ye, ew dikarin ji wir jî biçin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst