Galeriya wêneyan

09-04-2023
16 Photos
Bilind T. Abdullah

Welatiyekî li nahyeya Dîbege ya navçeya Mexmûrê mala xwe veguherand navendeke çandê û zêdetirî 2 hezar berhemên arkeolojîk û dîrokî nîşan dide.

Serpereştyarê Giştî yê Navenda Çand û Arşîvî ya Dîbegeyê Ednan Hacî Kake ji Rûdawê re ragihand ku di sala 1988an de mala wî ji aliyê rêjîma Beasê ve hatiye hilweşandin û piştî rûxandina rêjîma Beas a Iraqê ji nû ve ava kiriye û niha wek navendeke kelepûran tê bikar anîn.

Bi hatina meha Remezanê re mala Ednan bûye cihê çalakiyên curbicur ên çandî û hunerî yên weke lîstika Kilawên û Dame û hinek kes jî ji bo xwendina pirtûkan serdana wir dikin.

Ednan Hacî Kake da zanîn ku her kesê serdana navendê bike navê xwe tomar dike û got, “Heta niha 3 hezar û 800 kesan serdana navendê kirine.”

Ednan Hacî Kake anî ziman, “Heta niha, ti kesî alîkariya min nekiriye û hemî parçeyên arkeolojîk û çandî yên li navendê min bi xwe kirîne.”

Navenda kelepûran li ser axa ku ji bav û kalên wî jê re maye hatiye avakirin. Ew dibêje ku wî zêdetirî 20 hezar dolaran xerc kiriye ji bo nûjenkirina xanî û kirîna kerpîç, herî, derî û pencereyên kevn bikar aniye.

Ednanî Hacî Kake anî ziman ku hin kelûpel ji mala xwe anîne, tiştên din jî bi xwe kirîne, hinek ji wan jî ji aliyê heval û dostan ve hatine diyarîkirin.

Navenda kelepûran niha pirtûkxane, Dîwana Kurdewarî, entîkexane, arşîv û galeriya wêneyên kesayet û malbata xwe dihewîne û rojane ji aliyê xelkê deverê û mêvanên din ve serdana wir tê kirin.

Dîbege 38 kîlometran li başûrê Hewlêrê ye, ji sala 1982an ve nahye ye û rêveberiya wê ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û bajarên Hewlêr, Kerkûk û Mûsilê bi hev ve girê dide.