'Êrîşa li Silêmaniyê nameyeke ji bo 3 aliyan'

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê êrîşa li dijî fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDê), Mezlûm Ebdî, li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê, karvedanên cuda hebûn.

Di demekê de ku, Mezlûm Ebdî ew êrîş xistiye stûyê Tirkiyê, hinek aliyên aiyasî yên Rojavayê Kurdistanê vê êrîşê weke nameyekê ji HSDê re bi nav dikin, ku Tirkiye agahdarî liv û tevgerên wan e.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanî- Sûriye, Ciwan Ebdulkerîm Siko di daxuyaniyekê de bo Rûdawê tekezî li ser helwêsta partiya xwe kir û diyar kir ku wan êrîşa li dijî Balafirxaneya Silêmaniyê şermezar kiriye.

Ciwan Ebdulkerîm Siko got: “Me wek Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriye wek hemû partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek derxist û me nerazîbûna xwe têde da diyarkirin. Bi rastî ev êrîşa hovane di destpêkê de ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dike armanc û dixe di bin metirsiyê de û wek em partî em di wê baweriyê de ne ku (ev êrîş) wek nameyekê bû bo gelek aliyan, destpêkê jî ji bo partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bû ya bi serokatiya birêz Bafil Talebanî. Di wê dema dawî de jî weke hûn dizanin, di karekî berfireh û aşkere de ji bo birayên xwe yên QSDê (HSD) destê xwe dirêj kiribû.”

Bi gotina Sekreterê Partiya Demokra a Kurdistanî - Sûriye, ev kiryarên Tirkiyê berdewam in û armanca wê ji van êrîşan birrîna pêwendiyên HSDê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî YNKê re ye.

Ciwan Ebdulkerîm Siko destnîşan kir: “Gefa han li ser Herêma Silêmaniyê ye, ji bo ku karibe destê QSDê (HSD) û destê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji hevdu dûr bike. Ew aliyekî meseleyê bû, aliyê duduyan jî, wek nameyekê bû ji bo Amerîkiyan, em bêjin ji Amerîkiyan re jî dide xuyakirin ku em dizanin hûn çi dikin, hûn di bin çavdêriya me de ne, tevgera we li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Herêma Kurdistanê jî hemû di bin çavdêriya me de ye, û nerazîbûna xwe didin xuyakirin. Em dikarin bêjin di aliyê sêyan de jî, ew nameyek bû ji bo QSDê, ku em dê QSD bikin armanc.”

Roja Înê 07ê vê meha Nîsanê, bi droneke Tirkiyê li Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, Mezlûm Ebdî ku ligel Seroka MSDê Ilham Ehmed di civînekê de beşdar bûbû, piştî civînê rastî êrîşekê hatibû lê jê rizgar bûbû.