Piştî 8 salan li Amedê cejna paskalyayê hate pîrozkirin

09-04-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Ayîna Paskalya ya ermenan piştî 8 salan li Dêra Surp Gragosê ya Amedê hat sazkirin.
Ayîna Paskalya ya ermenan piştî 8 salan li Dêra Surp Gragosê ya Amedê hat sazkirin.
Nîşan Amed Bakurê Kurdisanê Ermenî Ayîna Paskalya Dêra Surp Gragos a Amedê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Civata ermenan piştî 8 salan cejna xwe ya paskalyayê cara yekemîn li Dêra Surp Gragosê ya Amedê pîroz kirin. Ji xeynî ermenan gelek Kurdên Misilman jî di pîrozbahiya cejna ermenan de amade bûn.

Naqosa dêrê lêxist û pêşengên ayînî bi kelecaneke mezin ketin nava Dêra Surp Gragosê û dest bi ayînê kirin.

Li Dêra Surp Gragosê ji sala 2014'an ve ji ber şerê nava bajêran a li Sûrê û qedexeyên derketina derve paskalya nehatibû pîrozkirin.

Ji ber ku dêrê di şer û pevçûnan de zirar dîtibû, dêr dihate nûjenkirin.

Rêveberê Dêra Ermenan a Surp Gragosê, Gafur Ohanes Ohanyan ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Weke ku hûn dizanin evder tev girtî bû, dêr jî girtî bû. Piştî 8 salan em li dêrê li Surp Gragosê em paskalyayê çêdikin. Ji ber vê yekê em zaf kêfxweş in, zaf bextewar in. Li vir qelebalixiyeke gelek mezin heye. Ji gelek dînan û ji gelek baweriyan îro li vir dostên me hene. Em tev bi hev re vê cejnê pîroz dikin. Li Diyarbekirê tiştekî wiha gelek xweş e.”

Ji bo pîrozbahiya cejna paskalyayê ji derveyî welat û bajarên cuda jî Ermen û Krîstiyan hatibûn. Ji Amedê jî gelek kurdên misilman di cejnê de amade bûn.

Xanê Ozbey welatiyekî Amedê derbarê ayîna Paskalya ya li Dêra Ermenan a Surp Gragosê ji Rûdawê re got: “Ji bo welatê me ji bo Kurdistanê hebûna cihên wiha, cihên dîrokî, parastina cihên wiha gelekî girîng e.”

Hesen Amed welatiyekî din ê Amedê jî dibêje: “Ew jî dijîn, ew jî cejna xwe dikin. Ew jî heqê wan e. Ez bawer im ew jî pê kêfxweş in. Tiştekî însanî ye, tiştekî dînî ye. Rengekî xweş e.”

Hin welatiyên Krîstiyan ên ji Ukraynayê jî di ayîna Paskalyayê ya Dêra Surp Gragosê de amade bûn.

Elena welatiya Ukarynayê ji Rûdawê re axivî û got: “Em ji Ukraynayê ne. Îro roja yekşemê ye û em li vir tevli paskalyayê bûn. Me xwest em bibînin ka paskalya li vî bajarî çawa tê pîrozkirin. Çimkî ew jî krîstiyan in û ayîneke cuda dikin.”

Datyana welatiyeka din a Ukraynayê jî dibêje: “Min pir jê hez kir, pir xweş bû. Bila paskalyaya welatê me Ukraynayê jî pîroz be. Bila di pêşerojê de aştî û aramî çêbe. Paskalyaya we pîroz be.”

Piştî ayîna paskalyayê kulîçe û hêkên ku bi rengên cuda hatibûn boyaxkirin li mêvanan hatin belavkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst