Endamê AK Partiyê li Mêrdînê bû namzedê serbixwe

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mehmet Vejdî Kahraman Mêrdîn Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Vejdî Kahraman ku ji lîsteya AK Partiyê 2 caran ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûbû namzed, vê carê ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê bû namzedê serbixwe yê parlementeriyê.

Di demekê de ku lidarxistina hilbijartinên 14ê Gulanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîk dibe, partiyên siyasî lîsteyên namzedên xwe pêşkêşî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kirin.

Li gor agahiyên ji Bakurê Kurdistanê, di vê navberê de endamekî AK Partiyê li Mêrdînê yê bi navê Mehmet Vejdî Kahraman ku pêştir du caran di hilbijartinên 2014 û 2019'an de ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji aliyê AK Partiyê ve wekî namzed atibû diyarkirin, di hilbijartinên vê carê de li Mêrdînê wek namzedê serbixwe yê parlamenteriyê serbixwe tevli hilbijartinan dibe.

Kahraman li ber Edliyeya Mêrdînê daxuyanî da û namzediya xwe ya serbixwe bo parlamenteriyê ragihand.

Mehmet Vejdî Kahraman di sala 1962an de li Mêrdînê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Mêrdînê qedandiye.

Mehmet Vejdî Kahraman ku xebatên xwe yên bazirganî yên di warê çandinî, înşaet û pîşesaziyê de didomîne, di gelek şîrketan de wekî rêveber xebitiye û alîkariya herêma xwe kiriye, ku nûjeniyên zanistî û teknîkî pêk bîne.

Ji bilî jiyana xwe ya bazirganî, bo dema 30 salan di gelek rêxistinên sivîl de jî kar û çalakî kirine.

Mehmet Vejdî Kahraman ku di gelek astên Partiya Refahê de wezîfedarî kir û li wir dest bi siyasetê kir, di sala 2011'an de ji AK Partiyê bû namzedê parlamenteriyê û di navbera 30'ê Adara 2014'an û 31'ê Adara 2019'an de ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji lîsteya AK Partiyê bû berbijêr.

Mehmet Vejdî Kahraman zewicî ye û 5 zarokên wî hene.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst