Li Agiriyê 227 koçberên Afxanistanê hatin dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê 227 koçberên ji Efxanistanê ku li Navendên Vegerandina Koç û Koçebran dihatin ragirtin, bi geşta asmanî bo welatê wan hatin vegerandin.

Kar û xebata Hêzên Ewlekariya Tirkiye ji bo rûbribûna koça neyasayî dane destpêkirin di sala 2023an de jî berdewam e.

Rojane li parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiye hejmareke koçberên neyasayî tên desteserkirin û piştî temambûna karûbarên yasayî  bo welatê wan tên dersînorkirin.

Li gor zanyariyan li parêzgeha Agirî jî 227 koçberên ji Efxanistanê ku pêştir hatibûn desteserkirin û li Navenda Vegerandina Koç û Koçberan dihatin ragirtin, roja Yekşemê 9ê Nîsana 2023an bi ji Firokexaneya Ehmedê Xanî ya heman parêzgehê bi firokeyekê bo welatê wan hatine dersînorkirin.