ŞIRNEX - Cenazeyê jina wendayî li ber çem hat dîtin

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Hawa Guzel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêşebabê ya Şirnexa Bakurê Bakurê cenazeyê Hawa Guzel (46) a ku winda bû, li ber çem hat dîtin.

Xizmên wê diyar kirin ku Havva Guzel duh êvarê nehatiye malê û li ser vê yekê wan serlêdana wendahiyê kirine.

Cendirme û polîsan ji bo dîtina Guzela ku hat diyarkirin ji aliyê derûnî ve ne temam e, lêgerîn dan destpêkirin.

Tîmên lêgerinê berê sibehê cenazeyê Guzel li Çemê Singeverê dîtin.

Cenaze ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Herwiha hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst