Galeriya wêneyan

09-04-2023
25 Photos
Bilind T. Abdullah

Bi hatina meha Remezanê re li Hewlêrê bazara tesbîhan jî germ bû û ji ber daxwaza zêde bihayê tesbîhan jî bilind bû. Tesbîhên heta hezar dolarî jî hene.

Tesbîhfiroş Îbrahîm Melazade ji Rûdawê re dibêje, li bazara Hewlêrê ji cureyên 33, 41, 63 û 101, 4 cureyên tesbîhan hene.

Îbrahîm Melazade diyar kir ku di meha Remezanê de herî zêde daxwaza cureya 101 hebî tê kirin û got, “Di meha Remezanê de ji ber ku cureya 101 ji bo zikr û fikran baş e herî zêde ew tê tercîhkirin.”

Tesbîhan ji materyalên cûda têne çêkirin loma li gorî made û xebata ku têne kirin bihayê wê diguhere. Buhayê hin tesbîhan bi hezar dolarî ye.

Îbrahîm Melazade diyar kir ku hin tesbîh ji derve û hin jî xwemalî ne û got, “Tesbîha herî baş a ku tenê li Kurdistanê tê çêkirin, tesbîha Kurdî ya ku ji kizwanê tê çêkirin e. Du cure tesbîhên me yên kizwanê hene. Yek ji wan sor û ya din jî kizwan a ku ji herêma Berzincî hatiye anîn e. Ji bilî vê, tesbîhên ku ji kehrîbar, cam, bi ronahî û ji mîka hatine çêkirin hene. Hinek ji wan pir biha ne.”

Îbrahîm Melazade diyar kir ku li cîhanê cureyê tesbîhê ya herî biha kehrîbar e û anî ziman, “Gelek cureyên kehrîbarê hene. Cûreya herî biha ya kehrîbarê ya Almanyayê ye. Grameke wê bi 60 dolarî ye. Cûreyên kehrîbara Rûsî û Polonî jî hene.”