Mazlûm Ebdî li ser êrîşa li Firokexaneya Silêmaniyê axivî

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mazlûm Ebdî Firokexaneya Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyar kir karwana li Silêmaniyê ku di nav de hêzên Amerîkayê û Antî Terorê (CTG) jî di nav de bûn, hate armancgirtin û got, “Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk min hedef digire û em dizanin dê nebe cara dawî jî.”

Li Silêmaniyê roja Înê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û 3 serbazên Amerîkayê yên bi wî re, dema ku ji Silêmaniyê vedigeriyan Rojavayê Kurdistanê, bûn armanca êrîşa dronan.

Di êrîşa dronî ya li ser Firokexaneya Silêmaniyê de ti ziyanên canî çênebûn, HSDê di destpêkê de red kir ku Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê ye lê piştre bi daxuyaniyeke duyemîn ragihand ku Ebdî li wir bûye û diyar kir ku ji ber sedemên ewlehiyê daxuyaniya yekem hatiye dayîn.

Mazlûm Ebdî jî derbarê êrîşa dronî ya li ser Firokexaneya Silêmaniyê de li ser hesabê medyaya civakî ya HSDê daxuyanî da.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî got, “Duh dema ku me civînên xwe yên bi hevkarên xwe yên şerê dijî DAIŞê re bi dawî kirin li bajarê Silêmaniyê, piştî nîvroj dema ku em vedigeriyan konvoya em tê de ku ligel me hevkarên me yên Amerîkî hebûn, her wiha hêza CTG (Dije Teror) hebûn, rastî êrîşeke dronên Tirkan hatin. Ev êrîş jî bê encam bû û vala derket. Hedefa vê êrîşê ya esasî ew e ku dewleta Tirk bi van êrîşên xwe dixwaze ev şerê hevbeş ê ku niha em ligel hevkarên xwe, çi yên herêmê dibin, çi hêzên Kurdistanî dibin, çi dewleta Iraqê dibe, çi hevkarên me yên navneteweyî dibin ku ev xebat û têkoşîna em dikin vala derxîne. Dewleta Tirk îro şerê li dijî DAIŞê ku em bi hevkarên xwe re dikin pê nerazî ye û ji bo ku derbê lê bixîne, asteng bike çi ji dest tê dike.”

Ebdî diyar kir ku Tirkiye ji peywendiyên HSDê yên bi aliyên Kurdistanê re aciz e û ji ber vê yekê ji bo êrîşeke wiha Silêmaniyê tercîh kir û got, “Helbet yek ji armancên sereke yên vê êrîşê bi hilbijartinên Tirkiyê ve girêdayî ye. Erdogan û ekîba xwe ji bo serkeftina ji vê hilbijartinê çi ji destê wan tê dikin. Ji bo vê jî li ser xwîna Kurdan hewl didin serkeftineke erzan bi dest bixin û di nava raya giştî ya Tirkiyê de weke kart û avantaj bi kar bînin lê dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan nekarî bi ser bikeve ji ber ku bertekeke mezin li hemberî êrîşê hat nîşandan.”

Ebdî spasiya helwesta Hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî kir û got, “Ez careke din dibêjim, êrîşên bi vî rengî wê negihêjin armanca xwe. Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk min hedef digire û em dizanin dê nebe cara dawî jî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst