Dadgeha Destûra Bingehîn: Girtina Leyla Guven derhiqûqî ye

09-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê biryar da ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDPê  Leyla Guven ligel ku wek parlamenter hatiye hilbijartin û dîsan girtî maye mafê wê hatiye binpêkirin.

Hevseroka KCDê Leyla Guven bi hinceta ku di dema êrişa Tirkiyê ya li dijî Efrînê de, ji ber peyamên  li ser medyaya civakî peyam parve kirine, hatibû girtin.

Guven di sala 2018an de ji lîsteya HDPê weke parlamentera Colemêrgê hatibû hilbijartin û parêzbendiya wê çêbûbû, li ser wê yekê biryara azadkirina wê hatibû dayîn. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtîraz kiribû û di heman rojê de biryara girtinê dîsa derxistibû û Guven 7 mehan girtî ma.

Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar da û diyar kir ku “mafê azadiyê û ewlekariyê yê Guven hatiye binpêkirin” û girtina wê derhiqûqî ye. 

Keça Leyla Guven, Sabîha Temizkan jî îro Şemiyê 9ê Adara 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê biryarê de peyamek belav kir û got: “Dadgeha Destûra Bingehîn 7ê Nîsana 2022ê derbarê dayika min Leyla Guven de biryar da ku dema di sala 2018an de wek parlamenter hat hilbijartin ligel biryara berdanê dîsan hate girtin û 7 mehan girtî maye mafê wê hatiye binpêkirin.”

Siyasetmedara Kurd Leyla Guven di 21ê Kanûna 2020ê de bi hinceta “endamtî û propagandeya rêxistinê”  bi 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst