Galeriya wêneyan

09-04-2021
16 Photos
RÛDAW

Li Mûsilê careke din dengê muzîkê hat bihîstin û li hola Rebîa ya Mûsilê bi beşdariya hejmarek ji hunermend û rewşenbîrên wî bajarî ve piştî şerê DAIŞê, yekem orkestra hat pêşkêşkirin.

Bo heyama 6 hefteyan, 35 keç û kurên muzîkjenên Mûsilê li ser jenîna 11 perçeyên muzîkê kar kirin ku taybet bûn bi hemû netewe û pêkhateyên Mûsilê.

Ji aliyê muzîkjenê naskirî yê Mûsilê Mihemed Mehmûd ve serpereştiya orkestrayê hat kirin.

Rêkxerê orkestrayê dibêje, wan xwest bi rêya vî karî peyamekê bigihînin hikûmeta Iraqê û rêxistinên navdewletî ku girîngiyeke zêdetir bi Mûsilê bidin.

Wêne: AFP