Li gundekî Geverê 70 serî pez hatin serjêkirin ku korona nemîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî Geverê 70 serî pez hatin serjêkirin û weke xêr hatin belavkirin ji bo ku vîrusa koronayê nemîne û ji wan dûr bikeve.

Li gundê Alekanan ser bi navçeya Geverê ve li parêzgeha Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê, 70 serî pez hatin serjêkirin.

Niştecihên wî gundê, ji bo ku vîrusa koronaya nû, COVID-19,  nemîne û dûr be ji herêma wan, 70 serî pez serjêkirin û weke xêr belavkirin.

Muxtarê gund, Hamza Han, amaje bi wê kir, wan hatinûçûna bo gund rawestandine û diyar kir, ew dê goştî bi ser xelkê gund de belav bikin.

Hamza Han hêviya xwe anî ziman, ku ev vîrus nemîne û spasiya gundiyan jî kir ku piştgirî dane.

Berî berî niha li gundê Memberê jî li navçeya Geverê, gundiyan bi heman mebestê pez serjê kiribûn.

Gundê Alekanan 15 kîlometran dûr e ji navenda Geverê û 200 mal lê hene.