Li Vanezuelayê xwepêşandanên dijî krîza avê berdwam in

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîka du meh e krîza kêmbûna avê bestika xelkê Vanezuelayê girtiye, bi taybetî li Caracasa paytexta wî welatî.

 

Xelkê navçeyên derdora Caracasê nerazîbûna xwe li dijî kêmbûna avê nîşan didin û bi kom rijiyane ser cadeyan û daxwaza çareseriyekê li hikûmetê dikin.

 

Akinciyê Caracasê Jhony Peraza  dibêje: “Ew çareseriya ku em hêvî dikin peydakirina avê ye, ne bi rêya tankeran, lê bi rêya boriyan. Wek caran avê peyda bikin, ew rojekê avê didin me, baş e rojên din çi bikin? Ava me qet nîne û ji destê vê bêaviyê dinalînin."

 

Xelk di rewşeke xirab de dijîn û her nikarin bi rêya tankeran jî avê bo malên xwe peyda bikin. Ev krîz bûne sedema nerazîbûn û bêzarbûna xelkê vî welatî û koçberbûna bi dehan hezar kesan ji Vanezuelayê bo welatên derdorê. Nebûna avê pirsgirêkeke mezin ji xelkê re çêkiriye û bûye sedema derketine krîzeke metirsîdar a mirovî li vî welatî, çendîn kes ji ber vê yekê nexweş ketine.”

 

Akinciya Caracasê Marta Palma nerazîbûna xwe nîşan dide û dibêje: “Em li vê derê kom bûne daku peyama xwe bighînin berpirsan. Demeke dirêj e em bê av in, herwiha av bi rêya tankeran jî nemaye. Divê destpêkê avê bi rêya tankeran bo me peyda bikin, bi taybetî jî bo kesên ku nexweşên wan hene, hinek ji me ji ber anîna avê nexweş ketine."

 

Krîza siyasî û aborî çend sal e bestika Vanezuelayê girtiye û niha jî krîza nebûna avê û qutbûna elektrîkê jî hatiye ser. Hikûmet bi ser du aliyan de belav bûye û heta niha ti hêviyek nîne û çareserbûna vê rewşê û sozên çareserkirina rewşê jî ku ji aliyê Serokê Vanzuela Nicolas Madurê û Serokê Opozisyonê Juan Guaidó ku xwe wek serokê demkî yê welat daye nasandin, hatibûn dayîn nebirine serî.