Ji Komeleya Sirûşta Dîcleyê kampanyaya çandina daran

09-04-2019
Aydin Bayram @aydn_byram
Nîşan Komeleya Wênegir û Sirûşta Dîcleyê Dar Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Wênegir û Sirûşta Dîcleyê ji bo parastina jingehê li gundê Cirzê yê ser bi navçeya Stewra Mêrdînê ve şitlên darên behîv û çaman çandin.

 

Cîgirê Serokê Komeleya Wênegir û Sirûşta Dîcleyê Dûrzan Cîrano ji Rûdawê re ragihand ku ew wek komele dixwazin li xwezaya Kurdistanê ku bi gotina wî gelek xemsarî lê hatiye kirin, xwedî derkevin û biparêzin.

 

Dûrzan Cîrano ku yek ji damezrênerê komeleyê ye, dibêje: “Armanca komelê li xwezayê xwedîderketin e. Felsefeya me berî her tiştî qencî û başî ye. Heya ku derfetên me dest bidin, em dê xwezaya xwe biparêz in û li cihên bêdar daran biçînin.”

 

Cîrano diyar kir ku li gundê Cirzê, çend endamên komeleya wan bi alîkariya mixtarê gund, hejmareke şitlê darên behîv û çam çandin.

 

Cîgirê Serokê Komeleya Wênegir û Sirûşta Dîcleyê da zanîn ku wan par jî li du gundên navçeya Bismila Amedê jî bi qasî hezar şitlên darên fisteq, behîv, berû, guhîj û çaman çandin.

 

Dûrzan Cîrano di heman demê de got ku di nav endamên komeleya wan de kesên profesor û pispor hene û ew karên xwe bi nezanîn nakin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst