Fermandarê HSDê: Bi 2 mercan em dê bi Tirkiyê re diyalogê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ango HSD, Mezlûm Kobanî,  ragihand ku ew ji bo diyalogê ligel Tirkiyê amade ne lê du mercên wan hene.

 

Di dema ahengekê de li ku duh Duşemî 8ê Nîsanê li Kobanî ji bo serkevtina li dijî DAIŞê û li salona Newroz hatibû lidarxistin, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî got ku ew ji bo diyaloga ligel Tirkiyê amade ne.

 

Mezlûm Kobanî tevî ragihandina amadeyiya HSDê bo diyalogê  bi Tirkiyê re, da xuyakirin ku HSDê ji bo destpêkirina wê diyalogê du merc hene.

 

Derbarê wan mercan de, Mezlûm Kobanî got ku divê Tirkiyê dagirkeriya xwe li herêma Efrînê bi dawî bîne û dest ji gefên xwe yên li dijî herêma rojhilatê Firatê jî berde.

 

Di merasimê de ku nûnerên Rêveberiya Federaliya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê jî beşdar bûbûn, Hevserokê Meclisa Rêveber a Federaliya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hemîd el Mihbaş jî axivî û ragihand: Berdêla azadiyê û ji nav birina DAIŞê gellek giran bû. Me 11 hezar şehîd û 21 hezar birîndar dan.