Mehmûd Ebas sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî, sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re xwest.

 

Mehmûd Ebas ku di heman demê de Serokê Komîteya Cîbicîkar a Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê ye, peyameke hevxemî ji Nêçîrvan Barzanî re şand û diyar kir: “Em taziye û şerxweşiya herî germ a birayane pêşkêşî cenabê we û bi rêya cenabê we jî pêşkêşî malbat û camêrên we dikin ji ber koça dawî ya birayê we rehmetiyê Dilovan Îdrîs Barzanî. Em ji Xwedayê Mezin daxwaz dikin ku wî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihuşta berîn şad bike. Xwedê Teala we, gel û welatê we di bin siya xêr û aştiyê de biparêze.”

 

Dilovan Îdrîs Barzanî roja duşemê 2ê Nîsana 2018an li bajarê Hewlêrê bi celteya dil koça dawî kiribû.

 

Nivîsa peyama hevxemî ya Mehmûd Ebas bo Nêçîrvan Barzanî:

 

Cenabê birayê me Nêçîrvan Barzanî, Xweda we biparêze

 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

 

Em taziye û şerxweşiya herî germ a birayane pêşkêşî cenabê we û bi rêya cenabê we jî pêşkêşî malbat û camêrên we dikin ji ber koça dawî ya birayê we, rehmetiyê Dilovan Îdrîs Barzanî. Em ji Xwedayê Mezin daxwaz dikin ku wî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihuşta berîn şad bike. Xwedê Teala we, gel û welatê we di bin siya xêr û aştî de biparêze.

 

Kerem bikin cenabê we hestên hevxemiya me qebûl bikin.

 

Mehmûd Ebas

 

Serokê Dewleta Filistinê

 

Serokê Lijneya Cîbicîkar a Rêxistina Rizgariya Filistînê