Pasdarên Îranê gule berdan xortên Kurd ên Kelarê

Germiyan (Rûdaw) - Çend endamên Supaya Pasdaran a Îranê li navçeyeke sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gule berdane gencên Başûrê Kurdistanê ku xelkê Kelar in û gencekî jiyana xwe ji dest dan û 2 genc jî birîndar bûn.


Qayimqamê Kelar Şehab Hacî Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku êvara roja Yekşemê (07.04.2018) li navçeya Şewal aa nêzîkî sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, çend endamên supaya Pasdaran gule berdan sê gencên xelkê Kelar.


Di encamê de yek ji wan ciyana canê xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Gencê ku jiyana xwe ji dest daye, navê wî Biyako ye temenê wî 25 e, û kurê şehîd Îsmaîl e.


Qayimqamê Kelar behsa wê yekê jî kir, li gor axaftina kesûkarên wan, ew hersê genc ji bo nêçîrê çûbûn wê navçeyê û got jî, heta niha cenazyê gencê ku jiyana xwe ji dest daye, radestî kesûkarê wî nehatiye kirin.