Bi hevkariya Kurdistan û Amerîkayê 6 hirç hatine azadkirin

Çoman (Rûdaw) – Rêxistina Hevkariya Kurd-Amerîkî 6 hirç azad kirin û berdane Parka Neteweyî ya Sirûştî ya Helgurd-Sekran a navçeya Çomanê. Ev hirç ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê hatibûne komkirin û ew gihiştin jîngeha xwe.

 

Rêxistina Hevkariya Kurd-Amerîkî, 6 hirçên ku li Başûrê Kurdistanê kom kiribû, bi armanca vegerandina jîngeha jiyana xwe, ji Hewlêrê bire Parka Neteweyî ya Sirûştî ya Helgurd-Sekranê.

 

Di dema serbesberdana hirçan de gelek hemwelatî amade bûn. Serokê Rêxistina Kurd-Amerîkî Bilind Birîfkanî ji Rûdawê re  got; “Me ev hirç her yek ji cihekê cuda anî. Hirç hebû li Kerkûkê di nav gazînoyekê de dihate girtin, bi gilêş û paşmayan xwedî dikirin, ji bo bidestxistina pere reqas û sema pê dikirin. Me hinek hirç jî ji malên hemwelatiyan derxist. Me ew anîne da ku di jîngeha wan de azad bikin. Hê jî di destê hinek kesan de ajelên kovî hene. Emê wan jî werbigrin û azad bikin.”

 

Hirçên hatibûn komkirin gelek westiyayî û bêzar bûn. Beriya werin azadkirin av û xwarin dane wan.

 

Berpirsa Dibistana Navdewletî ya Amerîkî Evîn Halo ji Rûdawê re got; “Birastî Parka Neteweyî ya Sirûştî ya Helgurd-Sekranê cihekê pir xweş û baş e ji bo jiyana ajelên kovî. Lewma me hirç anîne vê derê. Me bi vê çalakiyê peyama parastina jîngehê da hemwelatiyan. Cihê jiyana giyanewerên kovî sirûşt e, ne qefes û zîndan.”

 

Hirçekê di dema serbestberdanê de reftareke seyr û semere kir. Nexwest bi tenê here û hewla azadkirina hevalên xwe da. Li derveyî qefesê jî ligel hirçên din bi kêfxweşî çû nav jîngehê.

 

Berpirsê Karîgerî yê Parka Neteweyî ya Sirûştî ya Helgurd-Sekranê Bextiyar Behcet jî diyar kir; “Divê li parkeke sirûştî yê neteweyî hemû curên riwek û ajalan hebin. Bi vî awayî rûyê xwe yê rasteqîne temam dike. Hebûna van ajalan rengekê din dide vê sirûştê.”

 

Hirç hez ji germê nakin û piranî li herêmên sar dijîn. xwarina xwe jî li nav serma û berfê de peyda dikin. Herçend niha cihê jiyana van her 6 hirçen çiya û sext e, lê divê ji bo nebin nêçîr, çavdêriya wan were kirin.

 

Qaymiqamê Çomanê Ehmed Qadir jî daxuyand; “Parstina van ajelan li ba me pir giring e. ji bo parastina wan me mekanîzmayek daniye. Ew kesên nêçîra wan bike dê radestê yasayan bikin. Divê ev ajel li vê jîngehê bi azadane bijîn.”

 

Hirç giyanewereke memikdar e û li Asya, Ewropa û Amerîkayê dijîn. ew ji binemala Ersid in û niha li cîhanê 8 curên sereke yên hirçan hene.

 

Parka Neteweyî ya Sirûştî ya Helgurd-Sekranê, cihekê serbixwe ya nîştîmanî, jîngeparêzî, çandî, aborî, civakî û geştiyariyê ye. Ev park dikeve nav sînorên navçeya Çomanê, 160 kîlometreyan bakûrê rojhilatê Hewlêrê ye.

 

Hizra avakirina vê parkê di sala 2004ê de peyda bû. Roja 14ê Îlona 2010ê bi piştgirî û hevkariya Enstitûya Avûstûryayê ya Teknolojiya Jîngehê, hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbesta avakirina vê parkê îmze kir. Rûberê Parka Neteweyî ya Sirûştî ya Helgurd-Sekranê 1100 kîlometre çargoşe ye û dikeve sêgoşeya Başûr, Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê.

 

Ev park di sala 2014ê de ji aliyê malpera CNN ve, di rêzbenda 19emîn a parkên xweş ên nîştîmanî yên cîhanê de hate danan.

 

Yekemîn parka neteweyî ya sirûştî jî di sala 1872ê de li Amerîkayê hatiye avakirin.