SERDEŞT - Otomobîlek kete nav gelî: 5 kes mirin

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê di bûyerekê de 5 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

 

Roja yekşemiyê, li navçeya Serdeşt a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve, otomobîlek li geliyekî berbû û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

 

Di bûyerê de kesek jî bi giranî birîndar bûye, ku li gorî agahiyan di rewşeke xeter de ye.

 

Li gorî zanyariyan, otomobîl ji curê Toyota Land Cruiser bûye û yekşemiyê derdora saet 11:00 ketiye nav geliyekî bi kûrahiya 800 metrî.

 

Piştî rûdana vê bûyerê, bi dehan kes ji xelkê deverê tevî tîmên hawarhatinê berê xwe dan cihê bûyerê û termên kesên ku canê xwe ji dest dabûn, ji gelî derxistin.

 

Roja şemiyê jî li ser rêya navbera Mihabad –Serdeştê, di encama bûyereke trafîkê de 3 kes birîndar bûbûn.