Barzanî û Elawî: Bê lihevkirin kirîza siyasî nayê çaresekirin

09-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Îtîlafa Niştîmaniya Iraqê Dr. Eyad Elawî ragihandin, aliyên siyasî heya ku ji bo bihev re bixebitin li hev nekin, kirîza siyasî nayê çareserkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li navçeya Selahedînê ya Hewlêrê pêşwaz li Serokê Îtîlafa Niştîmaniya Iraqê Dr. Eyad Elawî û şanda pê re kir.

Li gor daxuyniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê Mesûd Barzanî derbarê rewşa Iraqê û kirîza siyasî û çawayiya çareserkirina kirîzî de bîr û rayên xwe ji Eyad Elawî û şanda pê re, diyar kiriye.

Her li vê hevdîtinê de herdû alî li ser wê yekê hevrê bûn ku aliyên siyasî heya ku ji bo bihev re bixebitin li hev nekin, kirîza siyasî nayê çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst