Li Qilaban û gundên wê 215 kes bûn cerdevan

Şirnex (RûdawDÎHA) - Li 14 gund û 2 bajarokên navçeya Qileban a Şirnexê ji 215 kesan re kadroyên cerdevaniyê hatin dayîn.

Li gund, navçe û bajarên sînor ên bakurê Kurdistanê ji welatiyan re kadroyên cerdevaniyê tên vekirin û çekan li welatiyan belav dikin. Li bajarokên Sêgirkê, Dêra Hînê û gundên Mergeh, Yekmal, Andaç, Elemun, Gelamus, Şîfrezan, Aluş, Roboskê û Bêjehê jî di nav de 14 gundên navçeya Qilaban a Şirnexê, bi giştî 215 kes kirin cerdevan.

'Ev hewildan bêsamîmiyeta hikûmetê nîşan dide'


Endamê Meclîsa Giştî yê BDP'ê Îrfan Enc, di vê derbarê de diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji mexduriyeta mirovan îstîfa digre û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê kurd bi taybet gundê Roboskê û navçeya Qilebanê hewildanên welatiyan bike cerdevan dike. Hikûmeta mirovan li gorî mexduriyetê wan bikartîne. Bi taybet kadroyên cerdevaniyê yên dan gelê Roboskiyê bêsamîmiyeta hikûmetê ya li hemberî kurdan e. Heke hikûmeta AKP'ê bixwaze alîkariyê bide gel, rêbazên din jî hene. Ji xwe cerdevanên herêma me bi salane dernakevin operasyonan û tiştekî din jî nakin. Ligel vê yekê hikûmet kadroyên cerdevaniyê dide gelê herêmê û li ber çavê dinê wan biçûk dixe. Gelê me mexdur e, lê wisa alîkarî nayê kirin. Ji gelê me re zextên cerdevaniyê pêk tînin. Ji gel re tu qadên din ên xebatê nahêlin û ji cerdevaniyê re zextan dikin. Ev yek jî şerma hikûmeta AKP'ê ye. Heke bixwaze dikare ji vî gelî re fabrîqeyekê ava bike û qada xebatê pêk bîne. Lê li şuna vê yekê dest bi xebatên dê çawa vî gelî biçûk bixîne dike."