Hewlêr (Rûdaw) - Parêzer û çalakvan Asya Celalê, di konferansa hiqûqa navneteweyî ya li Tûnisê de bi lêkolîna xwe xelata zêrîn wergirt.
Asya Celalê got, "Cara ewil e ku jineke Kurd di vî warî de xelata zêrîn werdigire."
Bi xebatên xwe yên hiqûqî derket pêş
Parêzer Asya Celal li ser vexwendina fermî li gel şandeya Sendîkaya Parêzerên Herêma Kurdistanê beşdarî konferansa li Tûnisê bû.
Di çalakiya ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê û Akademiya Remarê ve hatibû lidarxistin de, ji Urdin, Tûnis, Cezayîr, Lîbya, Sûdan, Uman, Misir, Libnan, Qeter û Tirkiyeyê gelek kes beşdar bûn.
Xelata navneteweyî ji kesên ku di warê hiqûqê de xebatên pêşeng kirine re tê dayîn.
Hat destnîşankirin ku lêkolîna Asya Celalê xebateke akademîk a kêm tê dîtin û bi nirx e.
“Cara yekem e ku jineke Kurd di vî warî de xelata zêrîn werdigire”
Asya Celalê ji Rûdawê re derbarê serkeftina axivî û diyar kir ku cara yekem e jineke Kurd di vî warî de xelata zêrîn werdigire û got:
“Ev xelat, li ser bingeha xebatên min ên berê û lêkolînên ku min pêşkêş kirine hatiye dayîn.
Ez bûm jina Kurd a yekem ku di warê xwe de xelata zêrîn werdigire.
Lêkolîna min, bi asteke ku ji aliyê akademîk ve kêm tê dîtin hat nirxandin û Zanîngeha Igdirê ya Tirkiyeyê Belgeya Akademîk a Remarê da min."
Ji bo zarokên bêkes û nexweşên losemiyê dixebite
Asya Celal sala 1997an li Kerkûkê ji dayik bûye.
Wê Fakulteya Hiqûqê qedandiya li aliyekî pîşeya xwe didomîne li aliyekî jî beşdarî xebatên civakî dibe.
Asya Celal bi hewlên xwe yên di warên wekî piştgiriya nexweşên losemiyê, alîkariya zarokên bêkes û projeyên berpirsiyariya civakî de tê naskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse