Li Dêrsimê Roja Jinan a Cîhanî bi coş hat pîrozkirin

09-03-2024
RÛDAW
Nîşan Roja Jinan a Cîhanî Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsimê ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî çalakiyeke bi dirûşma “Li dijî hejarî, newekhevî, tundûtûjî û şer tekoşîneke rêxistinkirî" hat lidarxistin.

Çalakiya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi pêşengiya Platforma Jinan a Dêrsimê hat lidarxistin û jinên Dêrsimê bi awayekî bi coş pîroz kir.

Jinan li ber dengê dahol û zirneyê govend gerand û piştre bi çepik û dirûşmen heta Qada Seyît Rizayê meşiyan.

Jinan li vir civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser navê platformê Serap Kahraman axivî.

Serap Kahramanê got:

"8ê Adarê rojeke girîng a têkoşînê ye ku sembola berxwedanê ye li dijî dagirkirina keda me, tune hesibandin û cihêkariyê û her cure zext û tundûtîjûyê.”

Serap Kahramanê bal kişand ser keda jinan û got:

"Em her roj hejartir dibin. Li Tirkiyeyê û hema bêje li tevahiya cîhanê jin bi giranî ne fermî, bêyî ewlehiya civakî tên xebitandin.

Jin wekî `hêza kar a erzan` tên dîtin û ji mûçeyê wekhev bêpar tên hiştin.

Herwiha keda jinan a malê nayê dîtin û bêqîmet tê hesibandin. Ji bo ku keda me xuya bibe û biqîmet be, ti sererastkirin jî nayên kirin.

Jin ji qadên giştî, jiyana civakî û hilberînê jî tên dûrxistin."

Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca jî beşdarî çalakiya jinan a li Dêrsimê bû û gotarek pêşkêş kir.

Sevda Karacayê bal kişand ser girîngiya jinan a di hemû qadên civakê de û got:

“Em jin xwedî li keda xwe derdikevin. Em dê hesabê xwişkên xwe yên hatine kuştin bipirsin.

Ji bo em dengê xwe bigihînin girtîgehan em dê dengê tilîliyên xwe bilind bikin.”

Çalakiya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ya li Dêrsimê piştî civîna çapemeniyê û gotaran û gerandina govendê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst