Li Swêdê penaberekî Kurd hate kuştin

09-03-2024
RÛDAW
Nîşan Swêd Penaberê Kurd Kovan Muhsîn Mela Hemed Emîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stockholma paytexta Swêdê penaberekî Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê hat kuştin.

Penaberê Kurd ê bi navê Kovan Muhsîn Mela Hemedemîn 7ê Adarê demjimêr 23:00ê şevê di êrişeke çekdarî de hate kuştin.

Apê Kovan, Samal Mela Hemedemîn ji Rûdawê re axivî û got, “Em sedema kuştina wî nizanin, em li benda lêkolîna polîsên Swêdê ne.”

Malbata Kovan nizane kesê ku ew kuştiye Kurd e an biyanî ye.

Herwiha apê Kovan got “Bi qasî ku em dizanin, ji bo ku Kovan bê kuştin ti pirsgirêkeke hewqasî mezin jî tinebûye.”

Malbata Kovan Muhsîn ji bo cenazeyê kurê xwe vegerînin bajarê xwe bi amadekariyan re mijûl in.

Samal Mela Hemedemîn ji bo anîna cenazeyê Kovan wiha anî ziman, "Em dê heta dawiya vê hefteyê yan jî serê hefteya bê cenazeyê wî vegerînin Kurdistanê."

Her sal li Swêdê bûyerên wiha diqewimin. Di tîrmeha borî de xortekî ji Hewlêrê li bajarê Vasterasê yê Swêdê hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst