Li Sêrtê qeza: Pîlotek mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya Sêrtê di qezayeke trafîkê de şofêrê motorsîkletê pîlotekî serpel canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan qeza doh li ser rêya Misirc-Sêrtê çêbûye.

Hat ragihandin ku motorsîkleta pîlotê serpel ê bi navê Muhammed Alî Yildirim ji rê derketiye û li hesinên kêleka rê qelibiye.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Piştî kontrolkirina tîmên tenduristiyê hate zanîn pîlotê efser Yildirim canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Yildirim ji bo otopsiyê rakir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Li aliyê din li ser qezayê lêkolîn hat destpêkirin.

Li gorî zanyariyan pîlotê serpel Muhammed Alî Yildirim li Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê dixebitî.