Li Meletiyê qeza: Kesek mir û 3 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Meletiyê otomobîl wergeriya û di ecamê de kesek mir û 3 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku G.T diajot li ser rêya Meletî-Semsûrê ji kontrola ajokar derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê ekîbên îtfaiye, tendurîstî û polîs çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de ajokar û F.T, D.D û Cevriye D.yê di otomobîlê de birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletiyê.

Ji birîndaran Cevriye D. tevî midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Ekîbên tenduristiyê ji bo ku otopsiyê bikin cenaze bir morga nexweşxaneyê.