Li Rojavayê Kurdistanê hêzên ewlehiyê tên perwerdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, Desteya Parastinê bi berdewamî xulên rahênanê ji bo endamên hêzên ewlehiyê vedike.

Di wan xûlan de, endamên hêzên ewlehiyê fêrî rahênanên serbazî û siyasî dibin.

Li Rojavayê Kurdistanê di demên dawî de, gelek xulên derçûna hêzên asayîşê û hêzên xweparastinê hatin kirin.

Herî dawî 141 şervan 60 rojî beşdarî perwerdeya leşkerî û siyasî bûn.

Ew di perwerdeyê de fêrî girîngiya parastina ewlehî û aramiya xelkê li bajaran û cihên sivîlan bûn.

Rêvebirê xula perwerdeyê got:

“Em peyman û sondê nû dikin ku li ser rêya şehîdan pêngavan bavêjin. Piştî rahênanê dê vegerin ser erkên xwe û dê rûbirûyê hemû astengî û zehmetiyan bibin.”