Siyasetmedar Barzan Cemîl Merî li Rojavayê Kurdistanê hat bibîranîn

09-03-2024
RÛDAW
Li gundê Dêrûna Axê siyasetmedar Barzan Cemîl Merî hat bibîranîn
Li gundê Dêrûna Axê siyasetmedar Barzan Cemîl Merî hat bibîranîn
Nîşan Cemîl Merî Dêrûna Axê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Barzan Cemîl Merî li Li gundê Dêrûna Axê yê ser bi Cizîra Rojavayê Kurdistanê di çilrojiya xwe de hat bibîranîn.

Siyasetmedarê Kurd Barzan Cemîl Merî di çilrojiya xwe de li gundê Dêrûna Axê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) bi merasîmeke taybet hat bibîranîn.

Malbata wî û hinek mirov, heval û dostên wî jî di merasîma bibîranîn de amade bûn.

Barzan Cemîl Merî li gundê Dêrûna Axê b sala 1959an ji dayîk bûye.

Bavê 3 kur û 4 keçan bû.

Ji sala 1980yî ve, tevlî rêzên Tevgera Siyasî ya Kurdî li Sûriyê bûbû.

Li nav nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê, Barzan Merî, Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê (Yekîtî) bû, piştre bû Alîkarê Serokê Nûnertiya ENKSê.

Endamê Koîmteya Siyasî ya wê partiyê bû.

Roja 29ê Kanûna Paşîna 2024an li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

Li gundê Dêrûna Axê bi axê hat spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst