MÛŞ - Pîkapek û barhilgirek li hev qelibîn: Miriyek û 2 birîndar

09-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê pîkapek û barhilgirek li hev qelibîn û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera Mûş û Erziromê de danê êvarê li nêzîkî gundê Sikaviyê pîkapa şofêrê wê Ahmet Sancaktutanoglu û barhilgira ku Emre Işik şofêrê wê bû Ii hev qelibîn.

Di encamê de şofêrê pîkapê Ahmet Sancaktutanoglu canê xwe ji dest da û Neclaya 50 salî û Pinar Sancaktutanogluya 32 salî jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme, Parastina Sivîlan û AFAD çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û termê Ahmat Sancaktutanoglu jî bir morga heman nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Şandeyeke Îraqê ji ber êrişên Tirkiyeyê hat Hewlêrê

Şandeyeke Îraqê ji ber êrişên Tirkiyeyê hat Hewlêrê

Şandekyee bilind a ewlehiyê ya Îraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê ji bo gotûbêjkirina êrişên Tirkiyeyê gihişt Hewlêrê