Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê li parêzgehên Amed, Çewlîg, Mêrdîn, Êlih, Semsûr, Xarpêt û Rihayê berf û baran bibare.
Saziya Keşnasiyê ji bo 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê da.
Li gorî Saziya Keşnasiyê îro demjimêrên nîvro li derdorên Amed û Çewlîgê, li rojavayê Mêrdînê, li bakurê Êlihê û li rojhilatê Semsûrê, Xarpêt û Rihayê barana gur dibare.
Şilî bi giştî wekî baranê dibare û bi daketina pileya germahiyê re li herêmên ji hezar metreyî bilindtir dê berf û baran bi hev re bibare.
Ji welatiyan hat xwestin ku ji bo egera lehî û pirsgirêkên çûnûhatinê tedbîrên pêwîst wergirin.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ya Şaxa Amedê jî doh ragihandibû ku îro dê baraneke zêde li parêzgehê bibare û divê li hemberî lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ya Şaxa Amedê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
AFADê dabû zanîn ku dê îro li parêzgehê baraneke zêde bibare û divê welatî li hemberî rabûna lehiyê hişyar bin û çûnûhatina xwe li gorî vê yekê bikin.
Li gorî daxuyaniya AFADê, li parêzgehê dê piştî nîvro barîna baranê dest pê bike û baran bi awayekî gur be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse