Li Êlihê şaredariyê rê neda ku ciwan stranên Kurdî bibêjin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê tîmên şaredariyê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin midexaleya ciwanên li kolanê kir ku formeya Amedsporê li xwe kiribûn û sitranên Kurdî digotin.

Li gor dîmenên li ser medya civakî hatine belavkirin roja Pêncşemê 9ê Adara 2023an li parêzgeha Êlihê tîmên şaredariyê ya di destê qeyûm de midexaleya ciwanên ku li kolanê sitranên Kurdî digotin kiriye.

Her wiha xelkê parêzgehê jî nerazîbûna xwe dijî tîmên şaredariyê nîşan dane û xwestine ciwan karê xwe berdewam bikin.

Ciwanên ku li kolanê sitranên Kurdî digotin bi armanca piştgiriya Amedsporê formeya wan li xwe kiribûn.