Nasnameya 78 zarokên hatine rizgarkirin nehatiye destnîşankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê Derya Yanik ragihand ku nasnameya 78 zarokên ku bêyî malbat an serpereşt ji bin kavilan hatine rizgarkirin nehatiye destnîşankirin.

Di erdehaja 6ê Sibata 2023an li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi hezaran welatî ji bin kavilan hatin rizgarkirin ku beşek ji wan ew zarok bûn ku bê dayik, bav an serperişt hatine rizgarkirin.

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê Derya Yanik  roja Pêncşemê 9ê Adara 2023an  bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha ji hezar û 915 zarokên ku bê serperişt ji bin kavilan hatine rizgarkirin, hezar û 649 ji wan  piştî destnîşankirina nasnameyên wan bo malbatên wan hatine radestkirin, û got: ”Nasnameya 78 zarokan hê jî nehatiye destnîşankirin.”

Yanik diyar kir ku niha 174 zarok li nexweşxaneyan  tên çavdêrîkirin û 92 zarok jî bo saziyên girêdayî wezaretan wan hatine birin.

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê got, “Ji bilî van me destnîşankiriye ku 318 zarokên me jî canê xwe ji dest dane. Niha hinek zarokên canê xwe ji destdane hene ku em hewil didin pişkinîna DNA bo wan bikin û hinek jî hene ku me bi axê spartine. Hinek zarokên me jî hene ku di çavdêriya hûr de ne. Em li ser xizmetên xwe yên derbarê van de ligel saziyên din ên peywendîdar bê navber berdewam in.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di amarên dawî de ragihand ku heta niha di erdheja Mereşê de li wan 11 parêzgehan zêdeyî 46 hezar  kesan canê xwe ji dest dane.