Wezîra Derve ya Almanyayê serdana kampên Kurdên Êzidî kir

09-03-2023
RÛDAW
Wezîra Derve ya Almanyayê serdana kampên Kurdên Êzidî kir
Wezîra Derve ya Almanyayê serdana kampên Kurdên Êzidî kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Almanya Baerbock duh serdana kampên Kurdên Êzidî yên li Duhokê kir û ligel berpirs û rûniştvanên kampê civiya û serdana nahiya Sinûnê ya Şingalê dike.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku piştî peywendiyên xwe yên li Hewlêrê çû Duhokê, li Zaxo serdana kampên Qadiya û Rwange kir.

Annalena Baerbock li Kampa Qadiyayê bi jinên Kurdên Êzidî re futbol llîst, xebatên hevkariyê yên ku rêxistinên navneteweyî li her du kampan pêşkeş kirine ji nêz ve şopand.

Berpirsê Projeya Tenduristiyê ya Almanyayê Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan ji Rûdawê re diyar kir ku piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê hinek rêxistinên Almanî û Ewropî ji Herêma Kurdistanê vekişiyan.

Kizilhan, anî ziman ku însiyatîfeke nû hatiye destpêkirin û rêxistinên Alman ên li herêmê dê projeyên xwe bidomînin.

Parlamentoya Almanyayê di rûniştina xwe ya 13ê Çileya 2023an de komkujiyên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî weke “jenosîd” qebûl kiribû.

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan da zanîn ku Annalena Baerbock piştgirî dide naskirina fermî ya jenosîdê û ji ber vê yekê jî dixwaze rewşa Kurdên Êzidî di cih de bi çavên xwe bibîne.

Baerbock di kongreyeke rojnamevanî de ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotibû ku ew wek Almanya nêzîkî 800 milyon Euro alîkariyên mirovî ji bo awareyan veqetînin.

Wezîra Almanyayê bal kişand ser wê yekê ku divê pilanek berfireh û berçav derbarê rewşa kampên Kurdên Êzîdî li Herêma Kurdistanê bê kirin û gotibû: “Divê dubare ji cihê xwe neyên koçberkirin. Di hevdîtina xwe de me anî ziman ku vegera bi rûmet ji bo van kesan pir girîng e, ji bo vê yekê em dixwazin bi hev re piştgirî û kar bikin da ku rewşa vegerê ji bo penaberan peyda bikin.”

Annalena Bearbock îro jî serdana Nahiyeya Sinûnê ya Şingalê dike.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, Annalena Bearbock serdana “Mala Pêkvejiyan” a Sinûnê kir.

Serperiştyarê Mala Pêkvejiyanê li Sinûnê ji Rûdawê re ragihand, piştî ku Almanya Itiraf bi Jenosîda Kurdên Êzdî kir, gelekî girîng e ku serdana Şingalê bike û ji wan re jî girîng e, herwiha ev peyameke aştiyê ye.

Peyamnêrê Rûdawê got jî, piştî Sinûnê serdana gundê Koço li Şingalê dike, piştî wê yekê jî vedigere Hewlêrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst