Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îmaratê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmaratê Şêx Mihemmed Bin Zayed El Nehyan serdana Îmaratê bike. Îmarat ji bo Herêma Kurdistanê bûye deriyekî girîng ê bazirganiyê û ji piştî Tirkiye, Îran û Çînê, Îmarat  wek çaremîn hevbeşê mezin ê bazirganiyê  bo Herêma Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmaratê Şêx Mihemmed Bin Zayed Al Nehyan serdana wî welatî dike. Ev serdan hevdeme ligel pêşketina peywendiyên aborî û bazirganî yên her du alîyan.

Konsulê Giştî yê Îmaratê li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Seîd Zahrî dibêje: “Serokên Herêma Kurdistana Iraqê peywendiyeke wan a bihêz bi serkirdeyên Îmaratê re heye. Vexwendineke fermî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hate kirin da ku serdana Îmaratê bike û ligel serokê Îmaratê Şêx Mihemmed Bin zayed Al Nehyan bicive. Ev nîşaneya berdewamkirin, bihêzkirin û berfirehkirina peywendiyan e.”

Îmarat ji bo Herêma Kurdistanê bûye deriyekî girîng yê bazirganiyê ya hawirdekirina tiştan bo welatên rojhilatê Asya yê. Îmarat piştî Tirkiye, Îran û Çînê wek çaremîn hevbeşê mezin yê bazirganiyê  bo Herêma Kurdistanê tê zanîn.

Salane bi bihayê zêdeyî yek milyar dolar kelûpel ji Îmaratê bo Herêma Kurdistanê tê hawirdekirin.

Li gor amarên Desteya Veberanînê kompanyayên Îmaratî bi bihayê 2.57 milyar dolar veberanîn li sektorên cûda yên Herêma Kurdistanê kirine.

Kompanyayên Îmaratê di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê de roleke mezin dilîze.

Kompanya Enerjî ya Nîştimanî a Îmaratê li kêlgeha Etruşê rojane nêzîka 40 hezar bermil neft berhem tîne.

Herwiha kompanya Dana Gaz jî rojane 500 milyon pê sêca gaz li kêlgeha Herêma Kurdistanê berhem tîne.

Konsulê Giştî yê Îmaratê li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Seîd Zahrî jî got: “Îmarat yek ji mezintirîn welatên sermayedar ên Herêma Kurdistanê ye. Nêzîkî 150 kompanyayên me yên Îmaratî li Herêma Kurdistanê kar dikin û sipas bo Xwedê karê wan gelekî serkeftiye. Mînaka herî mezin a kompanya serkeftî li Herêma Kurdistanê Dana Gaz e.”

Herwiha sala borî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Îmaratê karî yekem berhemê hinarên xwe hinardeyî bazarên cîhanê bike.

Herwiha sala borî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Îmaratê karî yekem berhemê hinarên xwe hinardeyî bazarên cîhanê bike.