Sûdanê 2 jin û 3 zarok ji Kampa Holê wergirtin

09-03-2023
RÛDAW
Nîşan Sûdan Kampa Holê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞê radestî Hikûmeta Sûdanê kirin.

Îro Pêncşemê şandeke Sûdanê gihîşte Firokexaneya Qamişloyê, bi Cîgirên Hevserokatiya Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Robîl Biho û Fener Giêt re civiyan, 2 jin û 3 zarokên Sûdanî yên malbatên çekdarên DAIŞê ji Rêveberiya Xweser wergirtin.

Berpirsên Rêveberiya Xweser ji welatên Erebî xwestin ku ew jî welatiyên xwe vegerînin cem xwe.

Li gorî malpera fermî ya Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, îro şandeke Sûdanê bi serokatiya Balyozê Sûdanê yê Şamê Tariq Ebdullah Elî Mihemed, şêwirmendê dîplomasiyê yê balyozxaneyê Celaleddîn Mihemed Ebdullah Yaqûb û karmendê balyozxaneyê Diyaeddîn Rişdî Mihemed Hesen serdana Ofîsa Peywendiyên Derve ya li Qamişlo kirin.

Di civînê de behsa rewşa siyasî, aborî û gefên Tirkiyê yên li ser navçeyê jî hate kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst