Duhok; Mela Mistefa Rêkanî koça dawî kir

Duhok (Rûdaw) – Mela Mistefa Rêkanî, zanayê olî yê Duhokê yê naskirî îro Çarşembê 9ê Adara 2022an di temenê 75 saliyê de bi sedema Coronayê koça dawî kir. Kurê wî dibêje, bavê wî ew 47 sal bûn gotarên olî didan.

Mistefa Hesen naskirî bi Mela Mistefa Rêkanî îro Çarşembê 9ê Adara 2022an di temenê 75 saliyê de bi sedema Coronayê li bajarê Duhokê koça dawî kir.

Dr. Masum Mistefa kurekî wî zanayê olî ye û ji Rûdawê re ragihand, “Piştî bavê min xwendina xwe li fakulteya Şerîe ya li Zanîngeha Ezemiye ya Bexdayê qedand, vegeriya Duhokê û ji sala 1974an ve li Duhokê gotarên olî li mizgeftan pêşkêş dikir. Herwiha bi dehan mamosteyên olî ku niha li parêzgeha Duhokê ne, li ber destê bavê min dersa olî wergirtine. Bavê min hemû temenê xwe ji bo ola pîroz (Îslam) û xizmeta olê terxan kir.”

Rêveberê Ewqaf a Qezaya Duhokê, Mela Rêber Nêrweyî jî ji Rûdawê re got, “Îro danê sibehî li nexweşxaneyeke Duhokê, Mela Mistefa Rêkanî bi sedema Coronayê koça dawî kir.”

Hadî Bêdeyî xizmekî Mela Mistefa Rêkanî jî dibêje, “Piştî Mela bi nexweşiya Coronayê ket, singê wî werimî, roja Pêncşembê rewşa wî ya tendirustiyê xirab bû û li nexweşxaneyê hat razandin, lê mixabin îro danê sibehê koça dawî kir.”

Mela Mistefa Rêkanî sala 1947an li parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, fakulteya Şerîe li Zanîngeha Ezemiye ya Bexdayê qedandiye û ji sala 1974an ve heta berî nexweşiyê li Duhokê pêşnimêjî dikir û gotarên olî dida.

Heta beriya bi Coronayê jî bikeve, Mela Mistefa Rêkanî li Mizgefta Malta ya bajarê Duhokê gotarên olî pêşkêş dikir. Beriya du heftiyan bi nexweşiya Coronayê dikeve û îro 9ê Adara 2022an jî canê xwe ji dest da.