Nêçîrvan Barzanî beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ku di navbera 11-13ê Adarê de tê lidarxistin bibe.

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê di navbera 11-13ê Adarê de li Bajarê Antalyayê yê Tirkiyê tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê di nav serkirdeyên ku beşdarî forumê dibin dê cih bigre.

Herwiha Rêveberê Giştî yê Rûdaw Portalê Hemîn Lihonî jî dê beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bibe.

Ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê ve, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukraynayê Kuleba dê yekem car li Antalyayê bicivin.

Armanca civînê ew e ku şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bê rawestandin û di navbera herdû welatan de agirbesteke mayînde bê pêkanîn.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hê beriya ku şer dest pê bike pêşniyar kiribû ku Lavrov û Kuleba di çarçoveya ADF de bên cem hev.

Li aliyê din dê ji NATO û Yekîtiya Ewropayê jî beşdarên girîng wê li Antalyayê bin. Hin kesên ku beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê dibin wiha ne: Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Sekretera Giştî ya Parlamentoya Ewropayê Marija Burc, Raportorê Parlamentoya Ewropayê bo Tirkiyê Nacho Sanchez Amor, Komîserê Ewlekarî û Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, Nûnerê Bilind ê Tifaqa Şaristaniyan a Neteweyên Yekbûyî Miguel Angel û Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî bo Somaliyê James Swan.

Herwiha dê Serokkomarê Kosovayê Vjosa Osmani, Wezîrê Derve yê Venezuelayê Felix Plasencia û 3 endamên Serokatê Dewletê yên Bosna Hersekê jî beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bibin.

Ji Ewropayê dê Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde, Wezîrê derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto, Wezîrê Derve yê Slovakyayê û Wezîrê Karûbarên Ewropayê Ivan Korcok, Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn û Wezîrê Berevaniyê yê Letonyayê Artis Pabriks di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de cih bigrin.

Li aliyekî din Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov, Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan, Wezîrê Derve yê Filistinê Riyad Malkî, Wekîle Wezîrê Derve yê Efxanistanê yê hikûmeta demkî ya Talibanê Emîrhan Muttakî di nav wan kesan de ne ku beşdarî Foruma Antalyayê bibin.