Ev 430 roj e Gulistan Doku winda ye

09-03-2021
RÛDAW
Nîşan Gulistan Doku Dêrsim Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal di çalakiyên Roja Cîhanî ya Jinan de li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê çalakiyek taybet ji bo Gulistan Doku hat sazkirin ku ji 5ê Çileya par ve çarenivîsa wê diyar nîn e. 430 roj bi ser wendabûna Gulistan re derbas dibin, lê hîn jî ne cenazeyê wê hatiye dîtin û ne jî dosyeya wê hatiye girtin. Tevî çendîn hewlên dîtina wê û berdewambûna lêpirsînan jî, dosyeya Gulistan weke xwe maye.

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê roja 8ê Adarê kombûnek bo keça Kurd a xela Amedê Gulistan Doku hat sazkirin ku xwendekara Zanîngeha Munzurê bû û 430 roje wenda ye. Malbata Gulistan ku niştecihê bajarê Amedê ne, wê rojê li Dêrsimê bûn û beşdarî wê kombûnê bûn û pêdagir bûn li ser wêya ku dest ji saloxpirsîna keça xwe bernadin.

Aygul Doku, Xwîşka Gulistan, dibêje, “Sozê didim we hemûyan, heta wê dema nefesê distînim tabloya Gulistan bilind dikim, Gulistan gotibû tu hewar bike heta tundûtûjî bêdeng dibe. Heta ew tundûtûjî bêdeng dibe, heta wê dema Gulistan Doku tê dîtin, Aygul Doku bêdeng nabe. Hun hemû vê bizanin. Niha cihek heye ku divê wêneyê Gulistan lê deynin, ligel dayîka xwe em diçin wê derê û wêne li wir dideynin.”

Gulistan Doku roja 5ê Çileya 2020an dema temenê wê 21 salî bû û li zanîngeha Dêrsimê dixwend, piştî ji beşê navxwe yê zanîngehê derket derve, êdî wenda bû. Malbata Gulistan, Zeynel ku welatiyê Rûsya ye û bavê wî li Dêrsimê polîs bû, wek tohmetbar dibînin.

Dayîk, bav û xwîşka Gulistan Doku ji Meydana Seyîd Riza heta ber Dadgeha Dêrsimê ku 5 kîlometre dûrî meydanê ye bi piyan çûn û daxwaz kirin Zeynel Abarok were desteserkirin ku guman jê tê kirin Gulistan kuştibe.

Aygul Doku, Xwîşka Gulistan, dibêje, “Tam yek sal û nîv e em li Gulistan digerin. Gulistan şeva berî wendabûnê hat bêdengkirin, şeva 4ê Çile, danê sibehê di navbera wê û Zeynel Abarok de nîqaş derdikeve û piştre Gulistan wenda dibe. Wê roja Gulistan wenda dibe, Zeynel Abarok peyamekê belav dike û dibêje (Gulistan ev anî serê xwe, em cuda dibûn, lê wê dest bi artîstiyê kir). Kesek vê peyamê belav bike nizane çi hatiye serê Gulistan? Piştre ev yek sal û nîv e Zeynel Abarok tenê yek demjimêrê jî nehat desteserkirin.”

Cara dawî Gulistan li ser Pira Dinar a Dêrsimê hatiye dîtin. Li ser daxwaza malbata Gulistan, bi armanca gera bi pey termê wê de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê biryar da ku ava Bendava Uzunçayir bê valakirin ku nêzîkê Pira Dînar e.

Yekemîn proseya gera di wê bendavê de 6ê Temûzê hat rawestandin. Roja 7ê Tebaxa heman sale bo dîtina Gulistan ava bendavê hat berdan, proseya gerê cara duyem 18ê Tebaxê hat rawestandin. Roja 15ê Cotmeha 2020an cara sêyem gera li çend xalên cuda yên bendavê destpê kir û piştî derbasbûna 47 rojan ji ber bêencambûna hewldanan proseya gera di bendavê de bi yekcarî hat rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst